Li Lîmasolê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Li bajarê Lîmasolê yê Kibrisê merasîmeke girseyî hate kirin û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.
Li bajarê Lîmasolê yê Kibrisê merasîmeke girseyî hate kirin û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.
Kurdistanî li Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê hatin ba hev û di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn.
Çalakî bi rêzgirtina ji bo berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê sînevîzyona li ser berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hate nîşandan. Piştre jî nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser 14’ê Tîrmehê hate xwendin.
Siyasetmedar Kenan Ayaz di bîranînê de axivî û diyar kir ku ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê îro li Kurdistanê bûye îradeya bi milyonan kesan û got “Bi pêşengiya gerîlayan gelek îro bi ruhê 14’ê Tîrmehê li dijî faşîzm, dagirkerî û xeta îxanetê berxwedaneke dîrokî dike. Dagirker û hevkarên wan li hemberî vî ruhê 14’ê Tîrmehê şaş mane. Rêber Apo îdealên şehîdên ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê veguherand îradeya bi milyonan kesan.”
Piştî axaftinan Koroya Zarokan strana ‘Zindana Amedê em ê bişkînin’ strandin. Koma muzîkê ya komîteya çandê jî stranên ji bo şehîdên berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê strandin.
Di bîranînê de li ser hev sloganên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ hate berzkirin.