Li Krefeldê ji bo azadiya Ocalan name ji NY’ê re şandin
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Krefeld a Elmanyayê name ji Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Krefeld a Elmanyayê name ji Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin.
Bi pêşengtiya Meclîsa Gel a Ugûr Şakar li Krefeldê 200 nameyên ku hatibûn komkirin, bi rêya postayê ji bo Sekreteriya Giştî ya NY’yê hatin şandin.
Berî niha jî li bajar 300 name ji bo Neteweyên Yekbûyî hatibû şandin.
Berî niha bi demekê Koma Xebatên Kurd a Başûrê Efrîqa (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Başûrê Efrîqa (COSATU) di çarçoveya pêngava ‘Dem hatiye; Ji bo li Tirkiye aştiyek adil pêk were, ji Abdullah Ocalan re azadî’ xîtabî Sekreteriya Giştî ya NY’yê bike, dest bi kampanya îmzeyan hatibû kirin.
Hetan iha bi hezaran name ji bo NY’yê hatine şandin. 18’ê Hezîranê li Berlînê Hezar û 500 name ji bo NY’yê hatibûn şandin.