Li Kolnê çalakiya ji bo piştevaniya bi Rojava û Rojhilat re
Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi sedan Kurdistanî li gel dostên xwe daketin qadan û komkujiyên li Rojava û Rojhilat şermezar kirin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi sedan Kurdistanî li gel dostên xwe daketin qadan û komkujiyên li Rojava û Rojhilat şermezar kirin.
Kurdistanî li gel dostên xwe êvara Sêşemê li qada Ebertplaztê li hev civiyan û li dijî komkujiyên li Rojava û Rojhilat meşiyan.
Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Terorîst Colanî" û "Deutschland finanziert Syrien bombardiert" hatin qîrîn.
Çalakgeran alên YPG, YPJ, TEV-DEM û KJAR'ê hildan û mirovên li derdorê jî bi çepik û dirûşman piştgirî dan xwepêşandêran.
Piştî meşê li Heumarktê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.
Lezgîn Botan daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê da. Her wiha got, "Di heman demê de li Îranê û Rojhilat jî gel li dijî dewletê li ser piyan e û berxwedaneke mezin dimeşîne."
Bi nvaê xwendekaran jî Delîla Yildiz daxuyanî da û got, "Li Îranê û Rojhilat êdî rejîmek heye ku nikare bi rê ve bibe."