Li Kanadayê êrîşên li Helebê hatin şermezarkirin

Di çalakiya protestoyî ya ku li bajarê Toronto hat lidarxistin de, êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê hatin şermezarkirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku li hember êrîşan helwesta xwe raber bikin.

JI BO HELEBÊ ÇALAKIYA PROTESTOYÎ

Li bajarê Toronto yê Kanadayê Kurd û dostên wan, li dijî êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê çalakî lidarxistin. Di çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê ve bi tevlîbûna hewirdorên sosyalîst-demokrat hate organîzekirin de, êrîşên çeteyan hat şermezar kirin û berxwedana gel hat silav kirin.

Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku êrîşên li dijî sivîlan ên li Helebê sûcên mirovahiyê ye.

Her wiha daxuyaniyek bi Îngilîzî hate xwendin û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li hember tiştên diqewimin hesas bin û bêdeng nemînin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê tavilê êrîşên li dijî sivîlan bên rawestandin.

Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê biryardariya xwe ji bo berfirehkirina têkoşîna li dijî neheqiyên li Kurdistanê û domandina hevgirtinê li deverên cuda yên cîhanê dubare kirin.

Çalakî bi dirûşmên bi Îngilîzî û Kurdî bi dawî bû.