Li Kanadayê çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Fransayê
Kurdistaniyên li Totontoyê ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Fransayê û daxwaza ronîkirina komkujiyan dubare kirin.
Kurdistaniyên li Totontoyê ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Fransayê û daxwaza ronîkirina komkujiyan dubare kirin.
Li bajarê Toronto ya Kanadayê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil di 23’yê Kanûna 2022’yan de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê hatin qetilkirin çalakî hat lidarxistin.
Di çalakiya ku ji aliyê Înîsiyatîfa Jinan a Sara ve li ber Konsolosxaneya Fransayê hat lidarxistin de, daxwaza lêkolînkirina komkujî û darizandina sûcdaran kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kanadayê axivîn û bal kişandin ser berpirsiyariya dewleta Fransayê.
Di çalakiyê de êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin şermezarkirin. Piştî xwendina daxuyaniya bi îngilîzî, çelenga reş danîn ber konsolosxaneyê û belavok hatin belavkirin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeya "Sara Rojbin Ronahî; Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.