Li Helsinborgê şehîdên Parîsê ya 9’ê Çileyê hatin bibîranîn
Kurdistanî li bajarê Helsingborg ê Swêdê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2023’an de hatin qetilkirin, bi bîr anîn.
Kurdistanî li bajarê Helsingborg ê Swêdê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2023’an de hatin qetilkirin, bi bîr anîn.
Kurdistanî li bajarê Helsingborg ê Swêdê, ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2023’an de hatin qetilkirin, li hev civiyan. Di bîranînê de li ser navê komun, rêxistinên jinan, komîsyonên ciwanan û meclîsa gel axaftin hatin kirin.
Beşdaran destnîşankirin ku kujerên ev komkujiya ku li dijî Tevgera Jinên Kurd pêk hat, bêyî ceza hatin hiştin.
Çalakiya bîrnaînê bi guhdarkirina helbest û pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû. Beşdaran gelek caran dirûşmeyên “Sara, Rojbîn, Ronahî; Jin, Jîyan, Azadî” û “Şehîd Namirin” berzkirin.