Li Hannoverê Komkujiyên Parîsê hatin şermezarkirin
Girseya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî li bajarê Hannover hatin ba hev, komkujiyên Parîsê ya yekem û duyemîn a li dijî Tevgera Azadiya Kurd şermezar kirin.
Girseya ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî li bajarê Hannover hatin ba hev, komkujiyên Parîsê ya yekem û duyemîn a li dijî Tevgera Azadiya Kurd şermezar kirin.
Di çalakiya ku li ber Konsolosxaneya Fransayê hat lidar xistin de, çelengê reş hat danîn û ji bo ronîkirina komkujiyan û pêkhatina edaletê bang hatin kirin.
Di daxuyaniyê de, hat destnîşan kirin ku komkujiyên Parîsê ne tenê êrîşên li dijî kesan bûn, êrîşên plankirî li dijî azadiya jinan, nirxên demokratîk û îradeya jiyana hevpar a gelan bûn.
Di berdewamê de hat gotin ku doz bi salan e bi zanebûn nayên ronîkirin û bal hat kişandin ser berpirsiyariya dewleta Fransayê.
Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî, diyar kir ku heta edalet pêk were ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin û got, “Bêdengî hevkariye. Têkoşîna me heta heqîqet eşkere dibe û edalet pêk were dê bidome.”
Di çarçoveya çalakiyê de Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî belgeyên têkildarê komkujiyên Parîsê bi sernavê ‘doz nehatin ronîkirin’ ku amadekiribû, pêşkêşî Konsolosxaneya Fransayê kirin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên wekî "Şehîd Namirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin û hat destnîşan kirin ku heta ku komkujiyên Parîsê werin ronîkirin, têkoşîn dê berdewam bike.