Li Halleyê bîranîna ji bo 14'ê Tîrmehê
Li bajarê Halle yê Elmanyayê ji bo bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, Rojiya Mirinê ya Mezin civîneke bîranînê pêk hat.
Li bajarê Halle yê Elmanyayê ji bo bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, Rojiya Mirinê ya Mezin civîneke bîranînê pêk hat.
Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku sala 1982'an li zindana Amedê berxwedaniyeke dîrokî dan li Komeleya Çanda Kurd a Halleyê hatin bibîranîn.
Li ser navê Fed-Kurdê Mendeser Canbek axivî, got Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek û Çaran di şertên dijwar de berxwedanî kirine û bi wan îro ew dikarin behsa Kurdbûnê bikin.
Canbek bal kişande ser êrîşên dagirkeriya Tirk û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê û got, ''Têkoşîn geş bû. Hêviya gel zêde bûn. Lê divê mirov vî barî tenê li ser pişta gerîla neke. Her welatparêz divê xwe weke parçeyk ji vê têkoşînê bibîne û li gorî vê tevbigere.''
Li ser navê Komarê jî Heval Egîd axivî, bi bîr xist ku êrîşên dewleta Tirk didomin û berxwedana 14'ê Tîrmehê jî di şertekî wiha de dest pê kiriye. Egîd got, ''Di wan şertan de li ber xwe dan. Kurdatî bi ser ket. Ji ber vê tevgera azadiyê 14'ê Tîrmehê weke roja rûmetê ragihand.''