Li Grevenbroîchê şehîd bîranîn

Di şexsên gerîlayên HPG’ê Lecwan Mûnzûr, Çekdar Botan û Kînem Amed de li Grevenbroîchê şehîdên meha Hezîranê hatin bîranîn.

Gerîlayên HPG’ê Lecwan Mûnzûr, Çekdar Botan ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di bomberdûmanê de û Kînem Amed a ku li par li Dêrsimê di şer de şehîd bûbû li bajaroka Grevenbroîchê ya Elmanyayê hatin bîranîn.

Di çalakiyê de gerîlayên YJA-Starê yên li Mam Reşo û Gabarê jî şehîd bûbûn hatin bîranîn.  Li ser navê KOMAW’ê Şengê Kahraman û Ayten Sunger a ku dayika şehîd Lecwan e û Mîkaîl Karakûş ê ku bavê şehîd Kînem e tevlî bîranînê bûn. Malbat di bîranînê de axivîn û soza girêdayîna bi şehîdan re dan.