Li gelek bajarên Swîsreyê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin

Li gelek bajarên Swêdê bi pêşengiya sendîkayên karkeran û rêxistinên koçber 1’ê Gulanê hate pîrozkirin.

Di sala 2002’an de ji bo ku 1’ê Gulanê bibe betlaneya fermî pêşniyazname hatibû dayîn û ev pêşniyazname hatibû redkirin. Ji nav 27 kantonan de nîvê wan 1’ê Gulanê wekî betlaneya fermî qebûl nekirine. Li kantonên Zurîh, Basel, Jûra û Schaafhaûsen, Thûrgaû û Tîcînoyê 1’ê Gulanê betlaneya fermî ye. Ji ber vê jî li hinek kantonan 1’ê Gulanê bi girseyî tê pîrozkirin û li hinekan jî bi girseyî nayê pîrozkirin.

SOLOTHÛRN

Li bajarê Solothûrnê li Amthaûsplatzê 1’ê Gulanê bi beşdariya rêxistinên ciwanan û koçberan hate pîrozkirin.

Di meşê de êrîşên dagirker ên li ser Kurdistanê hate şermezarkirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.

Piştî meşeke bi qasî saetekê çalakgeran mîtingek kirin. Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk di mîtîngê de axivî û qala têkoşîna yekgirtî ya li hemberî kapîtalîzmê kir.

BELLÎZONA

Li Bellîzonayê di pîrozbahiya 1’ê Gulanê de peyama KCDK-E’yê ya derbarê 1’ê Gulanê hate xwendin. Nûnerê NCDK’ê qala êrîşên dagirker ên li ser Kurdistanê û geşedanan kir.

BASEL

Li Baselê jî pîrozbahî li Messeplatzê hate kirin. Heta Parka St. Johanns meş hate kirin û li parkê li ser navê saziyan axaftin hate kirin.