Li gelek bajarên Ewropayê dewleta Tirk û PDK hatin protestokirin
Li gelek bajarên Ewropayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û biryara astengkirinê ya ku PDK’ê li ser heyeta aştiyê pêk anî, hatin protestokirin.
Li gelek bajarên Ewropayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û biryara astengkirinê ya ku PDK’ê li ser heyeta aştiyê pêk anî, hatin protestokirin.
BRUKSEL
Çalakiya li Brukselê li Place de Luxemboûrgê ya li hemberî Parlementoya Ewropayê hate kirin.
Di çalakiyê de astengkirina heyeta aştiyê ya ji aliyê PDK’ê hate protestokirin.
FREÎBÛRG
Li bajarê Freîboûrg ê Elmanyayê jî astengkirina heyeta aştiyê ya ji aliyê PDK’ê hate protestokirin.
Di çalakiyê de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk jî hate protestokirin. Di mîtîngê de hate gotin ku “Piştgiriya ku PDK dide dewleta Tirk tê wateya îxaneta li ser gelê Kurd. Divê PDK dev ji vê piştgiriyê berde û tevlî yekîtiya neteweyî bibe.”
KÎEL
Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê jî dewleta Tirk a dagirker û PDK hatin protestokirin.
Gelê Kurd li Kîel HBF’ê hatin ba hev û sloganên ‘Erdoganê terorîst’û ‘Tirkiyeya terorîst’ berz kirin.
HAMBÛRG
Li Hambûrgê jî astengkirina heyeta aştiyê hate protestokirin. Çalakgerên heyeta aştiyê yên ku ji aliyê Elmanyayê hatibûn destgîrkirin jî tevlî çalakiyê bûn.
Çalakger Anja Flach di çalakiyê de axivî û diyar kir ku mirovan ji bo parastina aştiyê hewl dane biçin herêmê.
Flach diyar kir ku di nav heyeta wan de parlementerên Elmanyayê jî hebû û destûr nehatiye dayînk ku ew li Dusseldorfê li balefirê siwar bibin. Flach bal kişand ser vî tiştî ku astengkirina heyetê ya ku PDK’ê li Hewlêrê kir, parçeyekî vê planê ye.