Li gelek bajarên Elmanyayê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Li gelek bajarên Elmanyayê gelê Kurd berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn.
Li gelek bajarên Elmanyayê gelê Kurd berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbruckenê yê NCDK’ê çalakiyeke bîranînê hate kirin û berxwedêrên berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.
Di bîranînê de qehremanên pêşeng ên gelê Kurd Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hatin bîranîn.
Bîranîn bi sloganan bi dawî bû.
WÛPPERTAL
Li bajarê Wûppertalê yê Elmanyayê jî berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.
Di bîranînê de sînevîzyon hate nîşandan û qala girîngiya berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hate kirin.
NURNBERG
Bîranîna li Nurnbergê jî bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreş û azadiyê hate destpêkirin.
Hevserokê Mala Gel a Medyayê Hîkmet Gencer şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî û got “Îro gerîla rûmeta gelê Kurd û rûmeta mirovayatiyê diparêze. Li hemberî faşîzmê têkoşîna azadiyê peywira hemû Kurdan e.”
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê hate nîşandan.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê jî berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.
Îhsan Gedîk ê ku li Girtîgeha Amedê êşkence li wî jî hatibû kirin got “Li hemû girtîgehên dinyayê qetlîam û êşkence tê kirin lê li tu derê ne bi qasî ya zindana Amedê bû. Li hemberî zilma li ser gelê Kurd berxwedana mezin a Hayriyan ji gelê Kurd re hişyariyeke mezin û ruhê PKK’yîbûnê aniye.
Di bîranînê de sînevîzyon jî hate nîşandan.