BI DÎMEN

Li Freiburgê mitînga piştgiriyê ya ji bo Rojava: Em bi hev re, dev jê bernadin

Di mitînga li bajarê Freiburg ê Elmanyayê de, piştgirî ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hate dayîn. Di mitîngê de îşaret bi daxwaza azadî, wekhevî û jiyana bi rûmet a jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd hate kirin.

Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê, êrîşên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya bi piştgiriya dewleta Tirk, li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, hatin protestokirin.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku îradeya jiyana hevpar a gelan, wê bi piştevanî û têkoşîna hevpar xurt bibe. Her wiha îşaret bi zext, înkar û binpêkirinên mafên mirovan ên li cihên din ên cîhanê li ser Kurdan hate kirin û hate diyarkirin ku li dijî van pêkanîna dengê xwe bilindkirin, berpirsyariya mirovî û civakî ye.

 Di mitîngê de hate destnîşankirin ku berxwedana ku bi pêşengiya jinan û biryardariya ciwanan tê meşandin, ne tenê aîdê gelê Kurd e, ev têkoşîn têkoşîna hevpar a hemû gelên bindest e. Her wiha îşaret bi girîngiya piştevaniya navneteweyî ya li dijî binpêkirinên mafan ên li Tirkiye û li gelek cihên din ên cîhanê.

Di axaftinên mitîngê de hate bilêvkirin ku gelê Kurd xwedî li ziman, nasname, çand û pêşeroja xwe derdikeve û li dijî zilm, bêdengî û zextê banga piştevaniyê hate kirin.

Mitîng piştî axaftinan, bi dirûşmeyên “Em bi hev re ne, piştevaniyê didin û dev jê bernadin” bi dawî bû.