Li Freîbûrgê Kurd û dostên wan li dijî dagirkerî û tecrîdê daketin qadan

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê gelê Kurd û dostên wan li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê daketin qadan û meşiyan.

Ji xeynî gelê Kurd dostên wan jî tevlî meşê bûn. Di meşê de êrîşên dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê hate protestokirin û bang li PDK’ê hate kirin ku bila îxanetê neke.

Di çalakiyê de astengkirina heyeta ji Elmanyayê xwest biçe Başûrê Kurdistanê jî hate şermezarkirin û bang li Elmanyayê hate kirin ku “Nebe şirîkê polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk.”

Di meşê de çalakgeran bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di meşê de sloganên ‘Bimire îxanet’, ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.