BI DÎMEN

Li Frankfurtê Komkujiya 9’ê Çileyê hat protestokirin

Li Frankfurtê bi armanca eşkerekirina kujerên şoreşger û welatparêzên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin, dosyaya edaletê radestî Konsolosxaneya Fransayê hate kirin.

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, bi daxwaza eşkerekirina kujerên yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnerê KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, mitîngek hate lidarxistin.

Kurdistaniyên ji Frankfurt, Hanau û Offenbachê tevlî çalakiya ku li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê hate lidarxistin bûn. Di heman demê de 3 siyasetmedarên jin ên Kurd li navçeya Silopî ya Şirnexê hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku di sala 2023’an de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin. Şandeyeke ku ji jinan pêk dihat, dosyaya ku amade kiribûn radestî rayedarên konsolosxaneyê kirin û daxwazên xwe yên edaletê ragihandin.