Li Ewropayê zexta polîsan a li ser hindikahiyan zêde bû
Li ser cihêkarî û zexta polîsan a li Yekîtiya Ewropa û Emerîkayê ya li dijî hindikahiyan raporek hate amadekirin. Li gorî raporê, zext û zordarî zêde bûye.
Li ser cihêkarî û zexta polîsan a li Yekîtiya Ewropa û Emerîkayê ya li dijî hindikahiyan raporek hate amadekirin. Li gorî raporê, zext û zordarî zêde bûye.
Li Yekîtiya Ewropayê û DYE'yê, zexta li ser hindikahiyan roj bi roj zêde dibe. Di salvegera kuştina George Floyd de ku par polîsekî pê li qirika wî kiribû û bi vî rengî ew qetil kiribû, raporek li ser zexta li dijî hindikahiyan hate amadekirin. Rapor ji bo Ajansa Mafên Bingehîn a Ewropayê hate amadekirin.
Ji amadekarên raporê Samî Nevala got, "Cara yekemîn e ku em zexta polîsan a li ser civakê, koçberan û hindikahiyan tînin beramberî hev û lêkolîn dikin. Tê dîtin ku zext gelekî zêde bûne."
Di raporê de hate destnîşankirin ku zexta polîsan li nava civakê dibe sedema cihêkariyê.
Ajans bi vê raporê re her wiha pêşniyar dike ku li dijî zext û kiryarên xerab polîs bên perwerdekirin.