Li Ewropayê serma û seqem wê dewam bike?
Li rojavayê Ewropayê, germahî kêmî asta asayî ya demsalê ye. Nîsana 2021'ê ji sala 1977'an û vir ve weke Nîsana herî sar derbas bû. Tê meraqkirin ku havîna îsal bi çi rengî be.
Li rojavayê Ewropayê, germahî kêmî asta asayî ya demsalê ye. Nîsana 2021'ê ji sala 1977'an û vir ve weke Nîsana herî sar derbas bû. Tê meraqkirin ku havîna îsal bi çi rengî be.
Modelên herî pêşketî yên rewşa hewayê texmîn dikin, ji du hefteyan zêdetir texmînên rast nikarin bikin. Lê belê bi giranî li ser germ an jî sarbûna hewayê fikrekî giştî diyar dike.
Rojavayê Ewropayê ji aliyê rewşa hewayê ve yek ji herêmên nediyar e. Lewma texmînên li ser rewşa hewayê jî gelek carî xwe şaş dike.
Li gorî texmînên daîreyên meteorolojiyê yên li Ewropayê, mehên havînê yên sala 2021'ê bi taybetî jî meha Tîrmehê wê ji rewşa asayî bêhtir ziwa û germ derbas bibe. Li başûrê Ewropayê ji asta asayî bilindtir hewa germ e. Lê li Îngilistan û rojavayê Ewropayê jî tê texmînkirin ku li gorî asta asayî ya demsalê be.
Yekane qada li Ewropayê ku tê payin germahî li gorî asta asayî kêm be, bakurê Portekîzê ye. Ji bilî vê, nayê payin ku bihara sar a derbasbûyî bandorê li mehên havînê bike.