Li Ewropayê qetlkirina malbata Dedeogûllari tê şermezarkirin
Qetilkirina 7 endamên malbata Dedeogûllari yên ku ji aliyê faşîstên AKP-MHP’yî ya li Merama Konyayê hatibûn kuştin, li Ewropayê bi lidarxistina çalakiyan ve tê protestokirin.
Qetilkirina 7 endamên malbata Dedeogûllari yên ku ji aliyê faşîstên AKP-MHP’yî ya li Merama Konyayê hatibûn kuştin, li Ewropayê bi lidarxistina çalakiyan ve tê protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan li Elmanya, Fransa û Danîmarkayê daketin qadan û qetilkirina malbateke Kurd ya ji aliyê faşîstên AKP-MHP’yî ya li Konyayê şermezar kirin.
HEILBRONN
Li bajarê Heîlbronn a Elmanya Kurdistaniyan qetlîama li Konyayê şermezar kirin.
Çalakî li Klîanplatzê pêk hat. Li wir di axaftinên hatin kirin de bal hat kişandin li ser qetlîamên ji aliyê dewleta Tirk a faşîst li ser Kurdan hatine kirin.
Di axaftinan de her wiha hate gotin ku qetlîama li Konyayê jî berdewama wan qetlîaman e. Piştî axaftinan navê yên hatinî qetilkirin yek bi yek hate xwendin û hat diyarkirin ku berpirsê vê qetlîamê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ye.
BREMEN
Li bajarê Bremen a Elmanyayê jî qetlîama li Konyayê hat şermezarkirin.
Li ser banga KON-MED’ê çalakî li pêşiya HBF’ê hat lidarxistin. Li wir di axaftinan hat bibîrxistin ku heman malbat berê jî rastî êrîşê hatibû.
HAMBÛRG
Kurdistaniyên li bajarê Hambûrgê ya Elmanyayê jî bi çalakiyekê qetlîama li Konyayê protesto kirin.
Çalakî li Gansenmarkê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna 7 endamên malbata Dedeogûllari ku dest pê kir.
Li wê derê siyasetmedar Nîhat Akdogan axivî û got; “Qetlîamên ku duh li hemberî gelê Ermenî pêk hatin, îro jî li hemberî gelê Kurd pêk tînin.”
Hevberdevka Partiya Çep a bajarê Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî di mîtîngê de axivî û diyar kir ku di van qetlîaman de berpirsiyariya welatên Ewropa yên her cûre alîkariyê didin Erdogan jî heye. Ozdemîr wiha dewam kir; “Ji desthilatiya faşîst hêz digirin û van cûre qetlîaman pêk tînin. Berpirsiyarê vê qetlîamê desthilatdariya Erdogan e.”
Mafnas Yavûz Fersoglû jî anî ziman ku faşîzm nexweşiya here xeter a cîhanê ye û ev bang kir; “ Kesên ku dibêjin ez mirov im, rewşenbîr im û demokrat im, ez her kesî vedixwînim têkoşîna li hemberî faşîzmê.”
Mîtîng bi xwendina belavoka Yekîtiya Hêza Demokratîk a Hambûrgê ve bi dawî bû.
KOPENHAG
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê jî qetlîam hat şermezarkirin.
Çalakî li Meydana Nytorvê pêkhat. Li wir ji bo bîranîna kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest danî deqîqeyekê rêz hat girtin.
Di çalakiyê de pankarta li ser hatibû nivîsandin “Li Konyayê 7 endamên malbatekê hatin qetilkirin, em hemû Kurd in” û nav û wêneyên kesên hatibûn qetilkirin, hatin hilgirtin.
Di axaftinên ku li ser navê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk, PKAN û Meclîsa Jinan a Sêvê hatin kirin de bal hate kişandin ku di bingehê qetlîamê de hişmendiya nijadperestî heye.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Çalakiya ku li ser banga KCDK-E’yê hatibû organîzekirin bi deqîqeyek rêzgirtinê ve dest pê kir.
Di axaftinên piştî xwendina belavokê hat pêşkêşkirin de hat gotin ku faşîstên Tirk ji hikumeta AKP-MHP’ê hêza xwe digrin û êrîşên xwe yên li ser Kurdan zêde kirine.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Katil Erdogan” û “Terorîst Tirkiye” hatin berzkirin.
AVÎGNON
Li bajarê Avîgnon a Fransayê jî Kurdistaniyan bi çalakiyê nerazîbûna xwe nîşan dan û qetlîam protesto kirin. Li wir ji bo balê bikişînin ser qetlîamê belavok hatin belavkirin.
KÎEL
Qetlîama li Konyayê pêkhatî li bajarê Kîel a Elmanyayê hat şermezarkirin. Kurdistanî û rêxistinên çep ên Elmanya li ber HBF’ê kom bûn û bi berzkirina dirûşmeyên “Katil Erdogan” û “Tirkiyeya faşîst” li hemberî qetlîamê bertek nîşan dan.
Çalakî ji bo balê bikişîne ser bi planbûyîna êrîşên dewleta Tirk ya li ser Kurdan û pêwîstiya hemû Kurdistaniyan heye ku li hemberî wan êrîşan bi piştewaniyê têbikoşin, hat lidarxistin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.