NÛ BÛ

Li Ewropayê protestoyên Helebê: Berxwedana Rojava ne bi tenê ye

Li navendên Ewropayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan, êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku êrîş sûcê şer û komkujî ne û hate diyarkirin ku dê xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin.

Êrîşên li ser gelê Kurd ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li bajarên cuda yên Ewropayê hatin protestokirin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku êrîş ji aliyê çeteyên cîhadîst ên li ser xeta DAIŞ’ê ve têne kirin; piştgiriya dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî hate şermezarkirin.

LYON

Li bajarê Lyon ê Fransayê, êrîşên li ser gelê Kurd ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li Meydana Bellecour a li navenda bajêr hatin protestokirin. Çalakiya ku bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Lyonê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtin ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin de hat diyarkirin ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, di bin pêşengiya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) de ji aliyê çeteyên cîhadîst ên li ser xeta DAIŞ’ê ve têne kirin. Axivêran destnîşan kir ku her çend HTŞ bi guhertina nav û gotinên xwe hewl bide xwe rewa nîşan bide jî, ji aliyê îdeolojîk û pratîk ve berdewamiya kevneşopiya DAIŞ’ê ye. Hat diyarkirin ku ev avabûn ji aliyê hêzên navneteweyî ve tên piştgirîkirin an jî bi zanebûn nayên dîtin û hat gotin ku bêdengiya navneteweyî êrîşên li ser sivîlan teşvîq dike.

ATÎNA

Li Atîna ya paytexta Yewnanîstanê, Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina komkujiyên çeteyên ser bi Hikûmeta Demkî ya Şamê ku bi piştgiriya dewleta Tirk êrîş dikin, li Meydana Syntagma ya li ber parlamentoyê kom bûn. Meş bi rêzgirtina ji bo bîranîna pênc endamên Hêzên Asayîşê yên ku li her du taxan çalakiya fedaî pêk anîbûn, dest pê kir.

Çalakiya ku di bin pêşengiya NCDK-Atîna de pêk hat, nûnerên saziyên demokratîk û nûnertiya PYD’ê ya li Atînayê jî tê de beşdar bûn. Di axaftinan de hat gotin ku êrîşên li ser sivîlan "sûcê şer" e û bêdengiya dewletên navneteweyî tê wateya pejirandina van komkujiyan.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Kurdên ku rûmeta Ewropa û cîhanê diparêzin, îro li ber çavên hemû cîhanê tên qetilkirin. Hêzên ku li ber kamerayan dibêjin 'onura me deynê Kurdan e', îro di polîtîkayên qirkirinê de rola sereke dileyîzin." Di dawiyê de banga darizandina dewleta Tirk û çeteyên wê hate kirin.

BREGENZ

Li bajarê Bregenz ê Awusturyayê, êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi meşekê hatin protestokirin. Bi sedan kes ji stasyona trênê heta ber Parlamena Eyaleta Vorarlbergê meşiyan.

Di daxuyaniya ku li ser navê Komeleya Çandê ya Sara (Bavê Serbest Abdulkerîm), KDP-S (Kemal) û Sosyalîstên Awusturyayê (Anna) hate dayîn de, êrîş bi tundî hatin şermezarkirin. Hate gotin ku ev êrîş hiqûqa navneteweyî binpê dikin, malan dirûxînin û gel neçarî koçberiyê dikin. Bang li hikûmeta Awusturyayê û parlamenê hate kirin ku li dijî van êrîşan xwedî helwest bin û berpirsyariyê bigirin ser xwe.

BELFAST

Li Belfast a paytexta Îrlanda Bakur, Kurdistanî li ber avahiya şaredariyê hatin cem hev. Çalakî bi rêzgirtina ji bo bîranîna fermandar Ziyad Heleb û hemû Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Di çalakiyê de alên YPG, YPJ û Kurdistanê hatin hildan û dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Yekîtiya Gelê Kurd" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

MALMO

Li bajarê Malmo yê Swêdê, bi banga tevgera ciwanên Kurd mîtîngek hate lidarxistin. Di axaftinan de rêz li şehîdên berxwedanê û bi taybetî Fermandar Ziyad hate girtin. Hat gotin ku heta xwedî li ruhê fedaî yê berxwedêran bê derketin, gelê Kurd dê azad bibe. Dayikeke ku di mîtîngê de axivî, bal kişand ser berpirsyariya dewleta Tirk û dewletên garantor ên koalîsyonê. Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana Kurd û Helebê" bi dawî bû.

ERFURT

Li bajarê Erfurt ê Elmanyayê, êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk li ser taxên Kurda ên li Helebê, li stasyona trenê ya Erfurtê bi mitîngekî hate protestokirin.

REGENSBURG

Bi sedan Kurdistaniyên ku li bajarê Regensburg ê Elmanyayê û derdora wê jiyan dikin, bi armanca protestokirina komkujiyên ku li taxên Kurdan ên li Helebê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin kirin, li hev civiyan.

Di protestoyê de peyama, “Kurd yek in; guleya li dijî Rojava guleya li dijî me ye” derket pêş. Çalakvanan li dijî êrîşên li ser gelê Kurd peyama yekîtî û piştevaniyê dan.

LONDON

Li paytexta Ingiltere Londonê, bi pêşengiya Komîteya Çandê ya Meclîsên Gelê Kurd, li pêşiya avahiya BBC çalakî hate lidarxistin. Bi sedan Kurdên ji Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku sivîl di bin dorpêç û bombebaranê de ne û bêdengiya civaka navnetweyî hate rexnekirin.

LIVERPOOL

Li bajarê Liverpool ê Ingilîstanê, hevberdevkên Civaka Azad, Êrîş Silêmanî û Cûdî Rojava diyarkirin ku êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hewldaneke qirkirinê ye û destnîşankirin ku berxwedan rewa û bi rûmet e.

Çalakvanan bang li hikûmeta Keyaniya Yekbûyî û saziyên navneteweyî kirin ku bêdengiyê bişkînin û bikevin tevgerê.

CARDIFF

Li bajarê Cardiff ê Gallerê, Kurdistanî û dostên wan karwanê çêkirin. Piştre bi daxuyaniyekî çapemeniyê êrîşên li ser Helebê û zextên li ser Rojhilat protesto kirikn. Gelek sazî û rêxistinên girseyî piştgirî dan çalakiyê.

GRONINGEN

Kurdistaniyên li bajarê Groningen ê Hollandayê dijîn, ji bo protestokirina hovîtiya li Rojava, meşekî li dar xistin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û li dijî êrîşên li ser Rojava nerazîbûneke mezin hate nîşandan.

Di daxuyaniyên çalakiyê de hate destnîşankirin ku destkeftiyên Rojava ku bi dayîna berdêlan hate qezenckirin, ji aliyê komên cîhadîst ên bi piştgiriya Komara Tirkiyeyê ve tê hedefgirtin.

Çalakvanan diyarkirin ku modela jiyana demokratîk û azad ku li Rojava hate avakirin, ji bo hemû gelên bindest bûye çavkaniya îlham û hêviyê.