BI DÎMEN

Li Ewropayê çalakiyên piştevaniyê ji bo berxwedana Rojava û Rojhilat

Di meş û mitîngên li gelek navendên Ewropayê de, berxwedana gelê Kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê hate xwedîderketin.

Li gelek navendên Ewropayê bi armanca piştgirîdayîna berxwedana li Rojava û Rojhilat çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, berxwedana Rojava û Rojhilat, li pêşiya Europagalerie bi mitîngekî girseyî hate piştgirîkirin. Gelek kesên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftinên mitîngê de hate destnîşankirin ku çalakî ne tenê çalakiyekî protestoyî ye, di heman demê de xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê û têkoşîna azadiya gelan e. Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava, Başûr, Bakur, Rojhilat – Kurdistan yek welat e”, “Biji berxwedana Rojava” û “Biji berxwedana Rojhilat” hatin berzkirin.

Hevseroka Meclîsa Eyaleta Saarland Remziya Eke, li ser navê PYD’ê Dêxil Îbrahîm, li ser navê Şengalê Zero Şengalî û li ser navê berxwedana Îranê Negin Salarî li ser wate û girîngiya rojê axivîn. Axaftvanan destnîşankirin ku berxwedana gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê hevpar û rewa ye.

Piştî mitîngê civîn hate lidarxistin û di civînê de biryar hate dayîn ku maseya krîzê ya çalakiyê were avakirin û çalakiyên rojane werin kirin. Beşdaran ji bo rojên pêşiya me, plansaziyên xwe yên çalakiyê li ser vê esasê bikin.

HEILBRONN

Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava û Rojhilat mitîng hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û gelek saziyên dost di saet 18:00’an de li Klianzplatzê li hev civiyan.

Di mitîngê de komên Elman ên dostên Kurdan, nûnerên Durziyan, Tevgera Goran, komên çep ên Tirkiyeyê û nûnerên DKTM’ê axivîn. Di axaftinan de êrîşên tund û sîstematîk ên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û dewle Tirk li ser Kurdana hatin şermezarkirin.

Axaftvanan ev peyam dan, “Rojava ne tenê ya gelê Kurd, rûmeta hemû mirovahiyê ye. Parastina Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye. Divê em xwedî li Rojava derkevin.”

Di heman demê de, li mitîngê banga piştevaniyê ji bo gelê Kurd a li Rojhilat li dijî zextê li ber xwe didin, hate kirin.

PARİS/DRANCY

Bi sedan Kurdistaniyên ku li banliyoya Drancy a Parîsê bi pêşengiya DemNed û YJK-H’ê li hev civiyan, ji bo silavkirina berxwedana Helebê û protestokirina tifaqa HTŞ-DAÎŞ- Tirkiye meşiyan.

Meş bi pêşengiya jin û ciwanan li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Drancyê destpê kir. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, ”Bimre HTŞ û hevkarên wî”, “Bijî Serok Apo” hatin berkzirin.

Meş, bi daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştevaniya bi Rojava re dewam bike û banga tevlîbûnê ji bo çalakiyaên navendî ku wê roja şemiyê li Parîsê bên lidarxistin, hatin kirin.

OSNABRUCK

Li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê, li ber HBF’ê (Stasyona Navendî), ji bo êrişên li ser gelê Kurd li Helebê û Rojhilatê çaakiya protestoyî hat lidarxistin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdan dest pê kir û bi daxuyaniyên bi Elmanî û Kurdî berdewam kir. Gelek caran dirûşmeyên “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojhilat”, “Bijî Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê” hatin berzkirin. Her wiha Kurdan serdana Colanî ya bo Elmanyayê di 19’ê Çile de şermezar kirin. Kurdistanî bang li hemû gelê welatparêz ê Kurd û dostên wan kirin ku tevlî protestoyên ku wê li dijî “civîna bixwîn” li Berlînê bêne lidarxistin, bibin.