Li bajarên cuda ên Ewropayê û li bajarê Lefkoşya ê Qibrisê êrîşên komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku bi talîmata dewleta Tirk tevdigere, li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin protestokirin
LONDON
Bi sedan Kurdên ku li Ingilîstanê dijîn, li Londonê li pêşiya 10 Downing Streetê (Wezaretxane) li hev civiyan û êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin.
Di çalakiya ku di saet 14:00’an hate destpêkirin de, hate destnîşankirin ku sivîlên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiiyê dijîn, rastî dorpêç, bombebaran û pêkanînên nemirovane tên. Hate diyarkirin ku jin, zarok û extiyar rasterast tên hedefgirtin û hate bilêvkirin ku ev êrîş bi eşkere sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Çalakvanên ku di çalakiyê de axivîn, bi bîr xistin ku têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAÎŞ’ê mirovahiyê parastiye û bi hezaran şehîd dane. Hate diyarkirin ku bêdengiya civaka navnetweyî ya li hemberî êrîşan nayê qebûlkirin.
Di çalakiya ku bi sedan kes tevlî bûn de, di serî de hikûmeta Ingilîstanê bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tavile werin rawestandin û sivîl werin parastin.
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne bi tenê ye”, “Bila êrîşên li ser gelê Kurd rawestin” û “Civaka navnetweyî bila erkê xwe bike” hatin berzkirin. Çalakiya protestoyî, îradeya gelê Kurd a yekîtî, piştevanî û berxwedanê careke din nîşan da.
NURNBERG
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê êrîşên li ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li qada Lorenzkirchê bi daxuyananiyekî çapemeniyê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Nurnberg û derdora wê jiyan dikin, tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de banga rawestandina êrîşên li ser sivîlan û raya giştî ya navnetweyî hat kirin ku bikevin tevgerê.
Girseyê ku li pêşiya Lorenzkirchê li hev civiyan, dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” berz kirin û pankart û dowîzên ku berxwedana Rojava silav dike, hilgirtin. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan û hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Helebê ne şer e, komkujiya sivîlan e.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hate diyarkirin ku komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê rasterast taxên Kurdan hedef digirin û hate bi bîr xistin ku di êrîşan de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne. Di axaftinên çalakiyê de hate diyarkirin êrîş tenê bi Helebê re ne sînordar in, parçeyek ji êrîşa sîstematîk a li dijî pergala demokratîk, pir nasname û pir bawerî ku li Rojava hatiye avakirin e.
Di daxuyaniya li ser navê saziya de, hate bi bîr xistin ku gelê Kurd li dijî DAÎŞ’ê hemû gel û baweriyan parastin û hate diyarkirin ku nabe qebûlkirin ku civaka navnetweyî îro li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd bêdeng bimîne. Bang li raya giştî ya Ewropayê, saziyên mafê mirovan û saziyên demokratîk hate kirin ku li dijî êrîşên li ser Helebê helwestekî zelal bigrin.
Di çalakiyê de berxwedanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û herêmên cuda ên Rojhilata Navîn dewam dikin jî hatin silavkirin û hate destnîşankirin ku têkoşîna gelê Kurd ku li çar parçeyên Kurdistanê dimeşîne hevpar e. Beşdaran li dijî êrîşan banga mezinkirina piştevaniyê û xwedîderketina berxwedana Rojava kirin.
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên piştevanî û berxwedanê bi dawî bû.
LEFKOŞA
Kurd û dostên wan, bi armanca protestokirina komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêk anîne, li paytexta Qibrisê Lefkoşayê meşeke girseyî li dar xistin. Meş bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna pênc şervanên asayişê yên ku li her du taxan çalakiya fedayî pêk anîbûn, dest pê kir.
Ji bilî Kurdan, nûnerên gelê Ereb ên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Sûriye û Rojava radiwestin, Partiya Keskan a li Qibrisê û gelek partiyên siyasî û saziyên demokratîk beşdarî çalakiyê bûn. Girse di destpêkê de li ber Avahiya Nûnertiya Parlamentoya Ewropayê ya li Lefkoşayê kom bû. Di axaftinên li vir de hat destnîşankirin ku êrîşên li ser sivîlên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûcekî eşkere yê şer e.
Piştî protestoya li ber Parlamentoya Ewropayê, girse ber bi Konsolxaneya Amerîkayê ve meşiya. Li ber konsolxaneyê, şandeya PYD’ê ya Qibrisê dosyayeke berfireh a ku komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê belge dike, radestî rayedarên Amerîkayê kir.
Di daxuyaniyên de hate gotin: "Kurdên ku rûmeta Ewropa û cîhanê diparêzin, îro li ber çavên hemû cîhanê tên qetilkirin." Hate diyarkirin ku hêzên ku li ber kamerayan dibêjin "Deynê me yê rûmetê ji bo Kurdan heye", îro di polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd de roleke sereke dilîzin. Her wiha peyama xwedîderketina li berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate dayîn û hate gotin ku ew ê dilsozê bîranîna pênc berxwedêrên ku li dijî çeteyan çalakiya fedayî kirine, bimînin.
Çalakî bi bangeke xurt a ji bo raya giştî ya navneteweyî bi dawî bû: "Divê komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê demildest bên rawestandin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bên darizandin û berxwedana birûmet a gelê Kurd bi tenê neyê hiştin."
GOTEBORG
Li bajarê Goteborg ê Swêdê, îro Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan hatin cem hev. Di xwepêşandanê de ku bi armanca xwedîderketina li berxwedana Helebê û gihandina têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîzmê ji raya giştî ya cîhanê re hat lidarxistin, peyamên yekîtî û piştgiriyê derketin pêş.
Di axaftinan de girîngiya yekîtiya Kurdan a her çar parçeyan hat destnîşankirin û hat gotin ku divê çav û guhê her kesî li ser berxwedana gel be. Her wiha berxwedana li Rojhilat hat silavkirin. Axaftvanan diyar kirin ku îro ne roja sekinandin an rûniştinê ye, divê her kes bi her awayî xwedî li berxwedanê derkeve. Bang hat kirin ku têkoşîn bi rêbazên herî demokratîk û aştiyane berdewam bike. Xwepêşandan bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.
HAMBURG
Li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê, bi sedan kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo şermezarkirina komkujî û zextên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û ji bo silavkirina şoreşa Rojhilat meşeke girseyî li dar xistin.
Meş ji aliyê DKTM’a Hamburgê, Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hamburgê û Înîsiyatîfa Aştiyê ya Demokratîk a Hamburgê ve hat organîzekirin. Tevî şert û mercên xirab ên hewayê, eleqeya Elmanan jî ji bo meşê zêde bû. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, aktîvîsta mafên jinan Anja Flach, li ser navê Partiya Çep (Die Linke) Yavuz Fersoglû û parlamentera Hamburgê ya Partiya Çep Hila Latifî axaftin kirin.
Fersoglû destnîşan kir ku polîtîkayên zext û komkujiyê rasterast ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve tên meşandin û got ku tevî van hemû êrîşan gelê Kurd ji têkoşîna azadiyê tawîzê nade. Di dema meşê de dirûşmeyên "Başûr, Rojava, Rojhilat", "Kurdistan yek welat", "Bijî berxwedana QSD’ê" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin. Çalakî li qada Gansemarktê bi dirûşme û tîliliyan bi dawî bû.
KOPENHAG
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê, li Qada Kizilayê ku li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin e, bi armanca piştevaniya bi gelê Kurd re çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi banga hevpar a 8 partiyên Kurd ku li Rojhilat xebatê dikin hate lidarxistin û Partiya Gel a Belucîstanê jî piştgirî da.
Di çalakiyê de îşaret bi geşedanên li herêmên cuda ên Kurdistanê hate kirin, bi taybet êrîşên li ser sivîlan ên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin protestokirin.
Nûnerên Enhedslisten ku partiyeke çepgir a Danîmarkayê ye, beşdarî çalakiyê bûn û axivîn. Di axaftinan de îşaret bi girîngiya piştevaniya navneteweyî ya bi gelê Kurd re hate kirin.
Çalakî tevî şert û mercên hewaya sar jî dewam kir. Beşdaran diyarkirin ku berxwedana gelê Kurd rewa û mafdar e.
Çalakî piştî peyamên piştevaniyê bi dawî bû.
BERLÎN
Li bajarê Berlînê yê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve ku taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên Helebê dikin armanc, çalakiyek li dar xistin. Çalakgeran piştgiriya xwe ji bo gelê Rojava nîşan dan û banga xwedîderketina li serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî rejîma Îranê kirin. Bi banga hevbeş a Nav-Berlîn, Meclîsa Jinan a Destdan, WDR Berlin, GK Berlin, Jinên Ciwan Berlin, KJAR Berlin, Kongra-Star Berlin, Ciwanên Berlin, Navenda Çanda Rojava û Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê, bi hezaran kes li Alexanderplatzê kom bûn.
Çalakgeran bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî êrîşên li ser taxên kurdî yên Helebê û tundiya rejîma Îranê ya li dijî xwepêşanderan şermezar kirin.
KIEL
Li bajarê Kielê yê Elmanyayê, ji bo bal bikişînin ser komkujiyên li Rojava û Rojhilat, mîtîngek hate lidarxistin. Mîtînga ku ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd a Kielê ve hate organîzekirin, roja Şemiyê, 10ê Rêbendana 2026an saet di 14.00an de li navenda bajêr dest pê kir. Di mîtîngê de kurdên li Kielê, elman û gelek dostên kurdan beşdar bûn. Di axaftinan de hate gotin ku dewleta Tirk piştgiriyê dide van komên çekdar (DAÎŞ) û bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku li hemberî binpêkirinên mafên mirovan bêdeng nemînin. Mîtîng bi dirûşmên "Bijî yekîtiya Kurdan" û "Rojava Rojhilat e, Kurdistan Yek Welat e" bi dawî bû.
INNSBRUCK
Li bajarê Innsbruckê yê Awistirya, ji bo protestokirina komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mîtîng û meşek hate lidarxistin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Innsbruckê, Egîd Dêrik axivî û got: "Gelê Kurd ê ku duh li Kobanê bi hişmendiya DAÎŞê re rû bi rû mabû, îro bi êrîşên rêxistina terorê ya HTŞê re rû bi rû ye." Ciwanên kurd bi pankartên elmanî û rengên Kurdistanê meşiyan û dirûşmên wekî "Bijî berxwedana YPG" û "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd" qîriyan.
STUTTGART
Li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê, bi hezaran kes ji bo protestokirina êrîşên li ser taxên kurdî yên Helebê meşiyan. Çalakiya ku di pêşengiya Federasyona FED-GEL, TJK-E, PYD û PJAKê de hate organîzekirin, bi beşdariya kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê bi rê ve çû. Meş ji kolana Lautenschlagerê dest pê kir û heta Marienplatzê berdewam kir. Di mîtîngê de nûnerên PYD, Tevgera Goran, PJAK, KDP-Rojhilat û FED-GELê axivîn. Axivêran diyar kirin ku bêdengiya raya giştî ya cîhanê piştgiriyeke eşkere ye ji bo çeteyên DAÎŞê û destnîşankirin ku ew ê wek kurdên Ewropayê heta dawiyê li pişt berxwedana Rojava û Rojhilat bin.
MONTPELLIER
Kurd û dostên wan li dijî komkujî û zilmê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li Qada Comédie ya Montpellier a Fransayê mitîng li dar xistin. Çalakî di saet 13:00’an de bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. BDi mitîngê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Bijî yekîtiya gelê Kurd" û "Bijî Kurd û Kurdistan" berz kirin.
Şaredarê Montpellier Michael Delafosse jî beşdarî mitîngê bû û piştgiriya xwe pêşkêş kir. Di mitîngê de peyamên hevgirtin û berxwedanê hatin dayîn.
FREIBURG
Bi pêşengiya Meclîsa Civaka Demokratîk a Freiburg, Meclîsa Civaka Demokratîk a Lahr û Meclîsa Jinan a Nûda, bi beşdariya hezaran kesî hewldanên komkujiya li ser gelê Kurd hat protestokirin. Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanp li qada Platz der alten Synagoge kom bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê" hat berzkirin û hate gotin ku ev roj roja yekîtî, berxwedan û rûmetê ye.
BREMEN
Kurdistaniypên li Bremenê ji bo piştgirîkirin û hevgirtina bi gelê Kurd û hêzên xweparastinê yên li Helebê re mitîng li dar xistin.
FRANKFURT
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê êrîşên çeteyên dewleta Tirk û HTŞ'ê yên li dijî Kurdên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin. Li ser banga Meclîsa Jinan a Amara û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi sedan kes li Qada Hauptwache kom bûn meş û mitîng li dar xistin. Li ser navê rêxistinan axaftin hatin kirin. Di meşê de dirûşmeyên"Bijî berxwedana Rojava" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.