Li Elmanyayê protestoya YE’yê: Xaliya sor li ber sûcdarê şer radixe

Çalakvanên li Elmanya û Awûstûryayê serdana Serokê Komîsyona Ewropayê ya Sûriyeyê û têkiliyên wî bi Colanî re protesto kirin û diyar kirin ku Yekîtiya Ewropayê şirîkatiya sûcên şer dike; banga beşdarbûna xwepêşandana roja Duşemê ya li dijî serdana Colanî

Nêzîkî 30 çalakvanan li Berlînê serdana roja Înê Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen a ji bo Colanî yû ku desthilatê rejîma Sûriyeyê yê bi sûcên şer tê nasîn protesto kirin. Çalakî li ber Komîsyona Ewropayê pêk hat, di heman saetê de li Munîh, Frankfurt û Viyanayê jî çalakî hatin lidarxistin.

Di çalakiyê de pankarta “Colanî qetil dike - von der Leyen fînanse dike" hilgirtin û çalakvanan ”xaliya sor a cenaze lê hatibû pêçandin" a li Şamê ji bo Yekîtiya Ewropayê hatibûê raxistin, pêşkêş kirin.

Çalakvanan plana Şansolyeyê Federal a ku roja Duşemê Colanî li Berlînê pêşwazî bike bi tundî rexne kirin. Çalakvanan destnîşan kirin ku serdanên di demekê de bi hev re pêk tên ku milîsên HTŞ’ê, di bin navê "artêşa nû ya Sûriyeyê" de, êrîşî taxên Kurdan li Helebê dikin û planên berfirehkirina operasyonên wekhev li deverên din ên welêt ragihandine.


Çalakvanan diyar kirin ku ragihandina alîkariya 620 mîlyon euro ji aliyê YE’yê ve ji bo rejîma Sûriyeyê nîşanek eşkere ya piştgirîya ji bo hikûmetek ku di sala xwe ya yekem a desthilatdariyê de bi komkujiyên li dijî Elewî, Durzî, Xiristiyan û Kurdan tê nasîn.

Li ser navê rêxistina Ciwanên Demokratîk (YUNA) ji Elmanyayê Emil axivî û got, "Li şûna ku li Sûriyeyê çareseriyek demokratîk pêş bixe, YE piştgirî dide cîhadîstek ku dixwaze welêt piştî 13 salan şerê navxweyî veguherîne qada şer." Emil rexne li daxuyaniyên Ursula von der Leyen li Şamê kir û got, “Dema ku dîlgirtî tên înfazkirin, jin mîna serdema DAÎŞ’ê ji avahiyan tên avêtin, mirov çawa dikare behsa 'hêvî' û 'nûkirinê' bike?”

Di daxuyaniyan de hişyarî da ku eger fînansekirina rejîma Şamê berdewam bike, êrîşên li dijî kêmneteweyan wê berdewam bikin. Çalakvanan anîn ziman ku ji bo di navbera pêşerojek aştiyane, ku dikare bi peymana gengaz di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê de were bidestxistin, bi êrîşên li Helebê û operasyonên li dijî rêveberiya xweser hatine ragihandin, hîn dûrtir bûye. Hat destnîşankirin ku YE, bi piştgiriya hikûmeta demkî bûye şirîkê şerekî navxweyî yê nû yê li Sûriyeyê.

Yek ji xwendekarên Kurd ên Berlînê Berfîn jî bertek nîşanî serdana plankirî ya Colanî ya roja Duşemê da û got, "Xwesteka dersînorkirina penaberan di Merz de ewqas mezin bûye ku ew ji bo vê armancê heta alîgirên îdeolojîk ên DAÎŞ’ê li Berlînê dike mêvan." Berfîn wiha berdewam kir: “Em ê qebûl nekin ku bajarê me bibe qada destgirtina navbera serokwezîrekî federal ê nijadperest û sûcdarekî şer ê cîhadîst.”

Çalakiyên protestoyê yên wusa jî li München, Frankfurt û Wien hate lidarxistin. Çalakvanan ragihandin ku wê roja Duşemê xwepêşandanên nû li dijî serdana plankirî ya Colanî ya Berlînê werin lidarxistin û bang li raya giştî kirin ku beşdarî çalakiyan bibin.