Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarên cuda ên Elmanyayê dijîn, li dijî êrîşên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Kurdan ên li Helebê daketin qadan. Di çalakiyên ku li Mannheim û Dortmundê hatin lidarxistin de, banga rawestandina êrîşan û piştgirîdayîna berwedana li Rojava hate kirin.
MANNHEIM
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, li pêşiya stasyona trenê bi pêşengiya meclîsên jin û herêmê mitînga proestoyî hate lidarxistin. Di mitîngê de êrîşên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Kurdan ên li Helebê hatin protestokirin.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, di êrîşên ku rasterast qadên sivîlan hedef digrin de, zêdeyî 10 sivîl jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 100 kes birîndar bûne.
Çalakvanan destnîşankirin ku tiştên ku li Helebê diqewimin, ne şer e, komkujiya sivîlan e. Di tevahiya mitîngê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Asayîşa Rojava” hatin berzkirin.
Di mitîngê de danezana çapemeniyê ya ku ji aliyê KCDK-E’yê ve têkildarî geşedanên li Rojava bi zimanê Elmananî hatibû amadekirin, hate xwendin. Di danezanê de hate diyarkirin ku êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e û bang li raya giştî ya Ewropayê û saziyên demokratîk hate kirin ku li dijî êrîşan bêdeng nemînin.
DORTMUND
Êrîşên Hikûmeta Demkî ya Şamê û komên çete yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li ser Helebê, li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî hate protestokirin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dortmundê ve hate lidarxistin û gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Di çalakiyê de alên YPG-YPJ’ê hatin hildan û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de li ser navê girseyê Celal Yildiz axivî. Yildiz diyar kir ku êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê bi teşwîq û organîzasyona dewleta Tirk pêk hatiye.
Yildiz bang li raya giştî ya navneteweyî kir û bi bîr xist ku gelê Kurd li dijî DAÎŞ’ê hemû gel û baweriyan parastine. Yildiz destnîşan kir ku divê îro li hemberî êrîşên li ser Kurdan bêdeng nemînin.
Di çalakiyê de dema ku daxuyaniya bi Elmanî dihat kirin, li ser navê civaka Durzî jî axaftin hate kirin. Piştî daxuyaniyê demek dirêj dirûşme hatin berzkirin û bi hilgirtina alan piştgirî ji berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re hate dayîn.
Di dema çalakiyê de hewldana provakasyonê yên ku ji aliyê hinek kesên ku ji qadê derbas dibûn hate kirin, bi mudaxeleya ciwanên li qadê hate astengkirin. Piştre polîsên Elman kesên ku hewl dan provakasyonê bikin, ji qadê derxist.
LEIPZIG
Bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kurd-Elman ku li bajarê Leipzig ê Elmanyayê xebatê dike, bi armanca piştgirîdayîna berxwedana li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniya çapemeniyê û meş hate lidarxistin.
Daxuyanî ji aliyê Cengîz Toy ve hat kirin. Toy diyar kir ku li Heleb û Rojava gel dixwazin di nava aştiyê de bijîn, lê çeteyan ji bo xirakirina vê yekîtiyê êrîşê dikin. Toy destnîşan kir ku ev êrîş ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve têne kirin.
Toy bi bîr xist ku beriya 13 salan li Parîsê 3 hevalên wan şehîd bûye û destnîşan kir ku ew ê di rêya şehîdan de bimeşin.
Girseyê piştî axaftinan dest bi meşê kirin. Di dema meşê de berxwedana gelên Rojhilat û Rojava bi berzkirina dirûşmeyan hate silavkirin.