Li Elmanya û Belçîkayê herî kêm 81 kes mirin -NÛ BÛ
Li Elmanya û Belçîkayê ji ber barana ku çend roj in dibare, gelek bajar di nava avê de man. Herî kêm 81 kes mirin.
Li Elmanya û Belçîkayê ji ber barana ku çend roj in dibare, gelek bajar di nava avê de man. Herî kêm 81 kes mirin.
Rojavayê Elmanyayê ketiye ber baraneke giran û lehiyê. Li gorî daxuyaniyan, ji ber vê karesatê herî kêm 81 kesî jiyana xwe ji dest dane. Fikar hene ku hejmara miriyan zêdetir bibe.
Rayedarên Elman doh êvarê ragihandibûn ku 58 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Nordrheîn Westfalenê (NRW) bi daxuyaniyekê diyar kir ku 4 cesedên din hatine dîtin. Bi vî rengî hejmara qurbaniyên li eyaleta NRW'ê gihîşt 30 kesî.
Welatekî din ê ketiye bi bandora giran a lehiyê, Belçîka ye. Fransayê ji bo alîkariyê bi Belçîkayê re bike 34 arkuj û 12 wesayitên arkujiyê şand.
Lehiyê li Belçîkayê bandora herî giran li bajarê Lîegeyê kir. Av bi qasî metre û nîvekê bilind bû. Şaredarê bajêr bang li xelkê herêmê kir ku malên xwe biterikînin û xwe li cihekî ewle bigirin. Ji herêmên bajêr ên ku lehiyê bandor lê kiriye mirov têne veguhastin.
Serokwezîrê Belçîkayê Jean Castex jî diyar kir ku ji bo alîkariyê 40 leşker, ewlehiya sivîl û helîkopter tevlî karên rizgarkirinê bûne.