Li Elmanya û Belçîkayê hejmara qurbaniyan 200 kes derbas kir
Li Elmanya û Belçîkaye, ji ber karesata lehiyê ya rojên dawî zêdeyî 200 kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî winda ne.
Li Elmanya û Belçîkaye, ji ber karesata lehiyê ya rojên dawî zêdeyî 200 kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî winda ne.
Serokê Şaredariya Chaûdfontaîne ku şaredariyeke ser bi eyaleta Lîege ya Belçîkayê ye Bacquelaîne ji radyoya RTBF re axivî û diyar kir ku ji ber karesata lehiyê ya rojên dawî 36 kes mirine. Hate ragihandin ku bîlanço dikare girantir bibe.
Li gorî rojnameya Sudpresseyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane li eyaleta Lîegeyê 32 kes, li eyaleta Luksembourgê kesek, li eyaleta Namûrê 2 kes û li herêma Charleroiyê kesek e.
Êvara Yekşemê Maseya Krîzê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 163 kes hîn winda ne.
Her wiha hîn jî ava paqij nagihêje bi hezaran malan.
LI ELMANYAYÊ 165 KES MIRIN
Elmanya ew welat e ku herî zêde ketiye bin bandora karesaetê. Li gorî bîlançoya dawî li Elmanyayê herî kêm 165 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hîn jî gelek kes winda ne. Lehiyê bandora herî giran li eyaleta Rheînland-Pfalzê kir. Li gorî rayedarên polîsan li vê eyaletÂe 117 kes mirin, 749 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku li eyaleta Nordrheîn Westfalenê herî kêm 47 kes mirin, li Bavyerayê jî kesekî jiyana xwe ji dest da.
Li Hollanda, Luksembûrg û Awûstûryayê jî xisareke mezin bû.