Li Elmanya û Belçîkayê bîlanço giran dibe: 126 kes mirin
Li Elmanyayê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê 103 kes mirin. Li Belçîkayê jî 23 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kes jî winda ne. Fikar hene ku bîlanço girantir bibe.
Li Elmanyayê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê 103 kes mirin. Li Belçîkayê jî 23 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kes jî winda ne. Fikar hene ku bîlanço girantir bibe.
Barana ku ji roja Pêncşemê ve li Elmanyayê dibare bûye sedema karesateke mezin. Li tevahiya welêt herî kêm 103 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li eyaletên Nordrhein Westfalenê û Rheinland-Pfalzê hîn jî bi dehan kes winda ne.
Rayedaran diyar kirin ku tenê li eyaleta Rheinland-Pfalzê agahî ji zêdeyî 1300 kesî nayê girtin. Tê texmînkirin ku ev yek ji ber qutbûna xetên telefonê ye.
Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Rheînland Pfalzê Roger Lewentz diyar kir ku nêzî 60 kes hîn winda ne û got, "Eger heta niha agahî jê nayê girtin, hingî divê mirov fikarê ji rewşa herî xerab bike."
Li cihekî nêzî Kolnê sibeha Înê erd şemitî û tê gotin ku gelek xanî xera bûn. Hate ragihandin ku gelek kes li vê herêmê mirine.
Li Ahrweillerê jî gelek xanî hilweşiyan. Hate ragihandin ku li Euskirchenê herî kêm 20 kes mirine.
Li Elmanyayê tevî karesata lehiyê bûyerên talankirinê jî qewimîn. Li bajarê Eschweilerê 4 kes ji ber vê yekê hatin destgîrkirin.
Baranê bandoreke giran li Belçîka, Hollanda û Luksemburgê jî kir. Li Belçîkayê herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Verviers û Pepinster ên Belçîkayê 15 kes mirin. Her wiha li Verviersê gelek avahî di rewşeke metirsîdar de ne. Li herêma Valonê ji nîvro û vir ve hîn jî 41 hezar xanî bê elektrîk mane. Her wiha gelek rê jî asê bûne. Li Liegeyê bang li şêniyên taxên qiraxa çemê Meuseyê hate kirin ku ji herêmê derkevin.