Li Dresdenê şoreşa Rojava hate pîrozkirin

Li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê salvegera Şoreşa Rojava hate pîrozkirin.

Bi banga ciwanen enternasyonalîst gelê Kurd û dostên wan li Qada Altmarkê hatin ba hev û ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê bi qasî deqîqeyekê rêz girtin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê şoreşa jinan û divê her kes xwedî li vê şoreşê derkeve.

Di pîrozbahiyê de sloganên ‘PKK’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ hate berzkirin.

Çalakî pîrozbahiyê bi muzîk û govendê berdewam kir.