Li Dresdenê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin

Li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê çalakgerên TCŞ û Teko-Jin’ê êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin.

Ciwan bi banga ‘Stop dîe turkîsche Invasîon în Kurdistan’ kom bûn û pankartên li ser dagirkeriya dewleta Tirk vekirin. Ciwan ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok belav kirin.

Ciwanan li standê ji bo ku  bişînin Neteweyên Yekbûyî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze kom kirin û sloganên ‘Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.