Li Dragûîgnanê mêşa 'Werin Cenga Azadiyê'

Li bajarê Dragûîgnanê yê Fransayê, aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de meşek li dar xistin.

Li bajarê Dragûîgnanê yê Fransayê, aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN, di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de meşek li dar xistin.

Meşê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên berxwedana 14'ê Tîrmehê û di şexsê wan de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hemûyan dest pê kir.

Ciwanan di dema çalakiyê de belavokek xwendin û li dijî êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst bang kirin ku di çarçoveya "Werin Cenga Azadiyê" de dakevin qadan.

Meş bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla" û "Lîbere Ocalan" bi dawî bû.