Tecrîd li Kopenhagê hate protestokirin

Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Sêvê li Kopenhagê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hate danîn. Li Kon ji bo azadiya Ocalan name hatin komkirin û wê nameyan ji bo NY’yê bê şandin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê, bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Sêvê li Qada Kûltorvetê kon hate danîn. Li kon ji bo dawîkirina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nemeyên li kon hatin komkirin ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) bên şandin.

Di çalakiyên de êrîşên hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin.