Li Den Haagê çalakiya ji bo windayan
Di çarçoveya Hefteya Têkoşîna li dijî Windahiyan a Navneteweyî de li bajarê Den Haag ê Hollandayê çalakiyek hate lidarxistin.
Di çarçoveya Hefteya Têkoşîna li dijî Windahiyan a Navneteweyî de li bajarê Den Haag ê Hollandayê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî bi banga VEKSAV'ê li pêşiya parlamenta Hollandayê ya li bajarê Den Haagê pêk hat û endamên VEKSAV'ê, ADHK'ê, HTÎF û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Rotterdamê tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de pankart û wêneyên mirovên li Tirkiye, Kurdistan û tevahiya cîhanê ji aliyê sîstemê ve hatine windakirin, hate hildan.
Piştre daxuyaniya Buroya Navneteweyî ya ICAD'ê ya li ser Hefteya Windayan hate xwendin.
Ji bo aqûbeta kesên di dema destgîrkirinê de hatin windakirin û berpirsyarên wan bên darizandin, bang li her kesî hate kirin ku xwedî li têkoşîna xizmên windayan derkevin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bimire faşîzma dîktator Erdogan", "Bijî pitşevaniya enternasyonal" û "Têkoşîna we têkoşîna me ye" bi dawî bû.