Li Chemnîtzê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tûra bîsîkletê pêk hat
Li bajarê Chemnîtzê ya Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tûra bîsîkletê pêk hat.
Li bajarê Chemnîtzê ya Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tûra bîsîkletê pêk hat.
Îro tûra bîsîkletê ku ji aliyê Solî Komîte û TCŞ’ê ve hatibû organîzkirin, bi dirûşmeya “Freîheît Fur Ocalan Frîeden în Kurdistan” li bajarê Chemnîtz a Elmanya pêk hat.
Tûra bîsîkletê ku namzedê ji Dîe Lînkê yê parlementeriyê ya Meclîsa Federal Tîm Detzner jî tevlî bibû di saet 13:00’an de li Karl-Marx-Monûmentê dest pê kir. Çalakiya tûra bajêr ku tê de alên ku li ser wan tendirûstî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaz dikir hilgirtibûn, di saet 17:00’an de li Parka Konkordîayê bi dawî bû.
Çalakvanan belavokên ku balê dikişînin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê û qedexekirina kongreya KCDK-E’yê xwendin.
Di çalakiyê de ku piranî ciwanên Elman tevlî bûbûn, kêliyên silavkirina şervanên azadiyê yên Pêngava Bazên Zagrosê dane destpêkirin hatin jiyîn.
Ji bo her bîsîkletê navê qadên mîna Mamreşo, Avaşîn, Zap û Garê ku li wê derê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê berxwedanî tê kirin dan.
Tûra bîsîkletê bi mûzîk û gerandina dîlanê bi dawî bû.