Rêxistinên civakî yên sivîl ên li welatên cuda yên li Ewropayê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê hem bang li DYE û NATO'yê kirin, hem jî hişyarî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk di şerê xwe de ku li ser dijminatiya li Kurdan bi rengekî bêrehm dimeşîne, li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê êrişî gelê Kurd dike. Dewleta Tirk ku li derveyî sînor operasyonên leşkerî dike, bi rengekî eşkere armanc û pîvanên NATO'yê binpê dike."
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji ber polîtîkaya xwe ya dagirker a 1974'an a li ser Qibrisê bê rexnekirin jî, dewleta Tirk li gel vê yekê welat dagir kir. Niha jî dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Mixabin em dibînin ku civaka navneteweyî di vê meseleyê de bêdeng e. Bi taybetî NATO û Konseya Ewropa ku Tirkiye endamên wan e, li pêşberî van operasyonên dagirkeriyê bêdeng in. Her wiha Yekîtiya Ewropa ku Tirkiye hewl dide bibe endamê wê, gotineke bi tenê jî nabêje. Dewleta Tirk a ku ji vê bêdengiyê hêzê werdigire, mîlîtarîzma xwe li Lîbya, Yemen, welatên din ên li bakurê Efrîkayê û welatên Rojhilata Navîn belav dike."
Di daxuyaniyê de operasyona dewleta Tirk a li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê di 24'ê Nîsanê salvegera Qirkirina Ermenan de hate destpêkirin hate bibîrxistin û hate gotin, "Ev hewldana nû ya qirkirinê li dijî hebûna Kurdan e. Piştî ku Serokê DYE'yê Biden di 23'ê Nîsanê de bi Serokkomarê Tirk Erdogan re axivî, piştî rojekê şerê tunekirinê yê leşkerî destpê kir ku ev yek tesadûfî nîne."
Saziyan destnîşan kirin ku heta NATO Tirkiyeyê nesekinîne, ev şerê li dijî Kurdan wê were wateya şerekî NATO'yê û diyar kirin, ku dewleta Tirk xuya ye piştgiriya hevalbendên xwe yên NATO'yê jib o vê êrişa berfireh a li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd wergirtiye.
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku 29'ê Gulanê roja Şemiyê saet di navbera 13:00-14:30'î de wê li ber Sefaretxaneya Bilind a Amerîkayê ya li 'Boulevard du Regent 27, 1000 Bruksel'ê çalakiya şermezarkirinê bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hate kirin.
Saziyên ku çalakiyê lidar dixin:
NAV-BEL (Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Belçîkayê)
ÎLPS (Lîga Têkoşîna Navneteweyî ya Gelan)
HBDH (Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan) Belçîka
KCDK-E (Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk li Ewropayê)
AÎDL (YekÎtiya Parastina Azadiyan û Mafan a Navneteweyî)
VREDE (Rêxistina Aştiyê ya Belçîkayê)
YJK-B (Yekîtiya Jinên Kurd li Belçîkayê)
Enstîtuya Kurd li Belçîkayê
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Belçîkayê
RESÎST ÛS-led War Movement (Tevgera yên li ber şer radibin a bi pêşengiya DYE'yê)