Li Brukselê Kurdan êrîşên li ser Helebê protesto kir

Civaka Kurd a Belçîkayê 9’ê Çileyê roja Îniyê li Gara Trenê ya Navendî ya Brukselê bi çalakiyekê êrîşên li ser Kurdên li Helebê protesto kir.

Çalakî ji aliyê Nav-Bel ve hate organîzekirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku li rojavayê Firatê ji bo Kurdan pêvajoyeke tasfiyeyê ya sîstematîk tê meşandin.

Hat ragihandin ku piştî Efrîn, Til Rifat û Minbicê taxên Kurdan ên li Helebê jî hatin hedefgirtin.

Di daxuyaniyê de bêdengiya DYE û Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî van êrîşan hate şermezarkirin.

Civaka Kurd a li Belçîkayê bang li raya giştî ya navneteweyî û welatên Ewropayê kir ku mudaxileyeke lezgîn bikin û daxwaz kir ku Kurd bên parastin. Hat destnîşankirin ku yekane rêya astengkirina komkujiyên nû, naskirina mafên esas ên Kurdan e.