Li Brukselê Kurd û Belçîkayî li hemberî êrîşên dagirker li qadan bûn

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye bi şîara ‘NATO û DYE destê xwe ji ser Kurdistanê vekişînin’ mîtîngek hate kirin.

Di çalakiyê de bêdengiya li hemberî êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Çalakî saet di 13.00’an de li Place de Albertîne ya li Brukselê hate kirin. Rêxistina Aştiyê ya Belçîkayê û NAV-BEL’ê ev çalakî organîze kir.

Mîtîng bi şîara ‘NATO û DYE destê xwe ji ser Kurdistanê vekişînin’ hate kirin. Berdevkê Karê Derve ya NAV-BEL’ê Orhan Kiliç diyar kir ku Erdogan li ser navê NATO’yê li her çar parçeyên Kurdistanê qetlîamê dike. Kiliç got “Divê em ji vî tiştî re bibêjin êdî bes  e. Bi saya piştgiriya dostên xwe yên Belçîkayê em ê karibin vî tiştî bibêjin.”

Mîtîng bi sloganan bi dawî bû.