Li Brîtanyayê konferansa 'Civaka Azad' hate lidarxistin

Di Konferansa Civaka Azad de ya li Londonê hate lidarxistin, biryar hate dayin ku di çarçoveya paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Meclîsa Gel a ji 8 aliyan ve bê avakirin.

Di çarçoveya paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk de ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî Modernîteya Kapîtalîst afirandiye, Kurdên li Brîtanyayê konferansek ji 2 rojan li dar xist û modela rêxistinbûna xwe lê nirxand.

Konferansa bi navê 'Civaka Azad' li avahiya KCC'ê ya Londonê bi biryara hevpar a delegeyan bi dirûşma "Em bi ruhê berxwedanê li ser bingeha aliyên neteweya demokratîk azadiya xwe mezin bikin" hate lidarxistin.

Ji Skoçya, Galê û Brîtanyayê, pêkhateyên Meclîsên Gel, Meclîsa Jinê ya PJAK'ê, nûnerên Civaka Azad û rêxistiniyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bi giştî 74 delege tevlî bûn. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç jî bi rengê online tevlî bûn.

Konferansa ku bi Kurdî pêk hat, bi zimanên Tirkî û Îngilîzî û bi zaravayên Kurdî hemûyan hate wergerandin.

Di rapora KCDK-E'yê de ya li ser nîqaşên rêxistinbûnê, hate ragihandin ku karên Meclîsên Gel, Kooperatîf, akademî û kongreyan ên li ser bingeha Konfederalîzma Demokratîk tên meşandin gihîştiye heta astekê.

Piştî xwendina rapora Koordînasyona Civaka Azad a Brîtanyayê, nîqaşan dest pê kir.

Li gel nirxandina rewşa siyasî, her wiha mijarên rêxistinî, çand, hevjiyana azad, maf-edalet, dîplomasî, aborî, xweparastin û welatîbûna azad Konfederalîzma Demokratîk bi 8 aliyan hate nirxandin û rê û rêbazên rêxistinkirina wê hate nîqaşkirin.

LI RÎTANYAYÊ DEMA MECLÎSÊN KOMUNAN

Delegeyan diyar kirin ku karê rêxistinbûnê yê Kurdan û gelên Kurdistanê yên li Brîtanyayê, divê li ser bingeha demokratîk a pîvana 'kesekî bi tenê jî bêrêxistin neyê hiştin' bê nirxandin. Delegeyan bal kişandin ser pêwîstiya bi avakirina komun, meclîs, akademî, kongre û kooperatîfên li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk.

Di çarçoveya Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de delegeyan li ser jinûve birêxistinkirina Meclîsa Gel nîqaş kirin û biryar dan ku Kurdên li Brîtanyayê li dora paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk bi 8 aliyan xwe bi rêxistin bikin.

YUKSEL KOÇ: EM DEMOKRASIYA RADÎKAL AVA DIKIN

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç piştî nîqaşên roja destpêkê ya konferansê axivî û anî ziman ku di 8 aliyan de ew ê xwe li gorî pîvan û îdeolojiya xwe bi rêxistin bikin û bi ruhê berxwedanê yê civaka wijdanî û exlaqî xwe bi rêxistin bikin, civaka azad ava bikin.

Koç destnîşan kir ku li her qada ku pêwîstiya civakê pê heye wê xwe bi rêxistin bikin û diyar kir ku her komîsyon wê bi rengekî ku girêdayî meclîsên gel e, bi rêveçûneke demokrasiya radîkal sîstema xwe ava bike. Koç anî ziman ku sîstema nû tê wateya azadiyê û ya herî girîng jî paradîgmaya azadîparêziya jinê ye.

REMZÎ KARTAL: EM Ê XWE BI PARADÎGMAYA RÊBERTÎ BI RÊXISTIN BIKIN

Di roja duyemîn a konferansê de Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal axivî û got, "Li Brîtanyayê û Londonê gelek sazî û komele hene. Ji kîjan rengî dibe bila bibe. Em ê van rengan li gorî paradîgmaya nû bi rêxistin bikin. Divê em meclîsên gel bi vî rengî ava bikin û mezin bikin. Em sîstemekê ji jêr ber bi jor ve birêxistin dikin. Demokrasiya radîkal perspektîfa me ye. Ji bo welatekî azad, divê em xwe bi Paradîgmaya Rêbertî bi rêxistin bikin."

Konferansa ku di vê çarçoveyê de gelek biryar lê hatin girtin, bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" bi dawî bû.