Li Bordeaûxê çalakiya li dijî êrişên li ser Zap, Metîna û Avaşînê

Ciwanên ji Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN li bajarê Bordeaûx ê Fransayê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Zap, Metîna û Avaşînê çalakî li dar xistin.

Ciwanan li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê şermezar kirin.

Aktîvîst li gar a trenê ya navendî li hev civiyan û di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de li dijî êrişên dagirkerî qirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst meşek li dar xistin.

Ciwanan belavoka bi zimanê Fransî xwendin û gotin, "Dewleta Tirk a faşîst li ser Kurdistanê planên dagirkeriyê û li dijî Kurdan jî planên qirkirinê dimeşîne. Ji bo pûçkirina van planan divê ev zîhniyeta faşîst ji Kurdistanê bê avêtin."

Ciwan piştî daxuyaniyê li gara trenê meşiyan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Solution politique pour le Kurdistan", "A bas le regime fasciste en Turuqie" û "Liberte pour Ocalan" qîriyan.