Li Bordeaux û Viyanayê Şehîd Şoreş Brûsk hate bibîranîn
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê, di çalakiyeke ji bo bîranîna fermandarê gerîlayên HPG’ê Şoreş Brûsk (Servet Kartal) de, soz hate dayîn ku bîranînên şehîdan dê her tim bên jiyandin.
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê, di çalakiyeke ji bo bîranîna fermandarê gerîlayên HPG’ê Şoreş Brûsk (Servet Kartal) de, soz hate dayîn ku bîranînên şehîdan dê her tim bên jiyandin.
Fermandarê gerîlayên HPG’ê Şoreş Brûsk (Servet Kartal) ku di sala 2019’an de li qada Goşînê ya herêma Xakurkê, di dema ser karê xwe de di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, li bajarê Bordeaux ê Fransayê û li Viyana ya paytexta Awusturyayê hate bibîranîn.
BORDEAUX
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê, ji bo fermandarê gerîlayên HPG’ê Şoreş Brûsk (Servet Kartal) ê ku di 2’yê Cotmeha 2019’an de li qada Goşînê ya Xakurkê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Gelek welatparêzên Kurdistanî beşdarî çalakiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bûn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan dest pê kir. Di çarçoveya çalakiyê de sînevîzyonek li ser jiyan û pêvajoya têkoşîna Şehîd Şoreş Brûsk hate nîşandan.
Di axaftinên ku hatin kirin de, bal hate kişandin ser helwesta biryardar û feda kariya Şoreş Brûsk a di têkoşîna azadiya gelê Kurd de. Axaftvanan diyar kirin ku gelê Kurd di dîrokê de berdêlên giran daye û bîranîna şehîdan berpirsyariya mezinbûna têkoşînê û avakirina jiyana azad dide ser milê wan. Di axaftinan de hat gotin ku “Şehîdên me rûmeta gelê me ne” û peyama ku têkoşîn dê li ser şopa wan berdewam bike hat dayîn.
Bîranîn bi xwendina helbestan û sirûdên şoreşgerî dewam kir. Beşdaran gelek caran dirûşmeyên “Şehîd namirin” berz kirin. Çalakî bi nûkirina soza dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.
VIYANA
Li Viyana ya paytexta Awusturyayê, Şehîd Şoreş Brûsk (Servet Kartal) û Şehîd Şoreş Varto (Haci Kartal) yên ku şehadeta wan ji aliyê HPG’ê ve hatibû ragihandin, hatin bibîranîn. Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê bi beşdariya gironî ya malbatên şehîdan û gelê welatparêz pêk hat.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre sînevîzyona ku ji bo Şehîd Şoreş Brûsk hatibû amadekirin hate nîşandan.
Di bîranînê de li ser navê nûnerên saziyan û komîteya malbatên şehîdan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de kesayetiya şehîdan a di nav civak û têkoşînê de, keda wan û kesayetiya wan a mutewazî hate vegotin. Beşdaran destnîşan kirin ku riya herî girîng a layîqbûna bi şehîdan re, xwedîderketina li têkoşîna wan û domandina doza wan e.
Di çalakiyê de êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a faşîst û hikumeta Sûriyeyê yên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin. Malbatên şehîdan jî anîn ziman ku Şehîd Şoreş Brûsk û Şehîd Şoreş Varto ne tenê şehîdên malbatên xwe ne, şehîdên tevahiya Kurdistanê ne û ew ê xwedî li têkoşîna wan derkevin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.