Li Bonnê Konferansa Damezrîner a Insîyatîva Efrînê

Bi tevlêbûna gelek siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan û aktivîstan li bajarê Bonnê ya Elmanyayê Konferansa Damezrîner a Insîyatîva Efrînê ji bo rawestandina şerê qirkirinê ya li ser gelê Kurd dest pê kir.

Konferans bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Konferansa armanc dike ku dengê Kurdên Efrînî bigihîne navendên biryardar ên navneteweyî, da ku zextê li ser dagirkeriya Tirk û çeteyên bikin û bikin ku ji Efrînê derkevin, her wiha Efrînî bikaribin vegerin ser şûnwarên xwe.

Dawiya konferansê de wê mekanîzmayeke çalakiyê ya insîyatîvê û komîteyê were diyarkirin.