Li Berlîn û Baselê 33 cangoriyên Sirûcê hatin bîranîn

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye û li bajarê Baselê yê Swîsreyê 33 cangoriyên Sirûcê hatin bîranîn.

BERLÎN

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye 33 cangoriyên qetlîama Sirûcê hatin bîranîn. Bi banga Yekîtiya Hêzê çalakî hate kirin.

Huseyîn Yilmaz li ser navê Nav-Berlînê axivî û got “Ev jin û mêrên ciwan ên qehreman li hemberî faşîzmê têkoşiyan û Kobanê neket. DAÎŞ û hevkarên wan ev 33 hevalên me şehîd kirin lê em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin.”

BASEL

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê jî 33 cangoriyên qetlîama Sirûcê hatin bîranîn. Komîteya Rojava, Strûggle, Letta, Mîgrantîfa,TCŞ, TekoJIN û ÎGÎF jî di nav de bi banga înîsîyatîfên ciwanên şoreşger ên ji Tirkiye, Kurdistan û Swîsreyê li Claraplatzê çalakiyeke bîranînê hate kirin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo 33 cangoriyên şoreşê dest pê kir.

Di çalakiyê de gaziya Sirûcê Guneş Erzûrûmlûoglû û Înîsîyatîfa Malbatên Sirûcê derbarê kampanyaya‘Edalet ji bo Sirûcê, ji bo her kesî edalet’ axivîn.

Erzûrûmlûoglû di bîranînê de axivî û got “Di şexsê hevalên me de yên ku çeteyên DAÎŞ’ê ew qetilkirin, wê lêgerîna me ya edaletê û têkoşîna me bidome.” Erzûrûmlûglû yeko yeko navê cangoriyan xwend û balonên ku navê cangoriyan li ser wan hatibû nivîsandin, hatin berdan.