Li ber Sefaretxaneya DYE ya li Dusseldorf çalakî

Kurdistaniyan, li ber Sefaretxaneya DYE’yê hedefgirtina 3 siyasetmedarên Kurd protesto kirin.

Biryara DYE’yê ya derbarê 3 rayedarên Tevgera Azadiya Kurdistanê de dayî, li Dusseldorfê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li eyaleta NRW dijîn, li ber avahiya sefaretxaneyê ya li pişta HBF Dusseldorfê hatin gelhev. Di çalakiya saet 15:00’an destpê kirî de, pankartên bi nivîsa “Ew ne terorîstin, siyasetmedarên ku tekoşîna bi rûmet a gel birêve dibin e” û “Dewleta Tirk qirkirinê dike DYE û NATO hevkarê wê ne” hilgirtin, dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîlla” û “Dîktator Erdogan” berz kirin.

Di çalakiyê de Hevserokê Fed Medê Engîn Sever axivî, bertek nîşanî hewldanên ji bo terorîzekirina têkoşîna azadiya Kurdan da û bal kişand ku hêzên navneteweyî piştgiriyê dide dewleta Tirk ku dagirkerî, talan û qirkirinê bike. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Herêmên Parastina Medyayê jî hate şermezarkirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.