Li Belçîkayê lehî ji nû ve rabû
Li Belçîkayê, piştî karesata lehiyê ku 36 kesî jiyana xwe ji dest dan, baranê ji nû ve xurt kir. Kolanên gelek komunan di nava avê de man.
Li Belçîkayê, piştî karesata lehiyê ku 36 kesî jiyana xwe ji dest dan, baranê ji nû ve xurt kir. Kolanên gelek komunan di nava avê de man.
Êvara 24'ê Tîrmehê bahozê bandoreke xiran li eyaleta Namûrê kir. Nayê zanîn ku tiştek bi kesî hatiye yan na. Hate ragihandin ku bahoz nîvê şevê qediya.
⛈ De nouvelles inondations dramatiques (mais localisées) ont touché Dinant en Belgique (province de Namur) ce soir au passage d'un orage diluvien ! (© Scotty Noel) pic.twitter.com/rJBOcnGNwx
— Météo Express (@MeteoExpress) July 24, 2021
Beriya 10 rojan li eyaleta Lîegeyê lehî rabûbû û 36 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.
Êvara Şemiyê li geliyê Meûseyê, li 11 komunan lehî rabû. Ji dîmenên ku li medya dîjîtal hatine weşandin tê dîtin ku kolan di nava avê de mane. Vî dîmenê karesata li Lîegeyê anî bîra mirovan.
Berdevkê Navenda Krîzê ya Navneteweyî Antoîne Îseûx anî ziman ku vê carê çem di ser re neçûye, lê tevî vê yekê xisar li rê, mal û wesayitan bûye.