Li Belçîkayê ji ber lehiyê 50 hezar wesayît êdî nikarin werin bikaranîn
Lehiyê li herêma Valonê ya Belçîkayê dabû. Hate diyarkirin ku 50 hezar wesayît û 10 hezar ton tiştên elektronîk êdî hatine asta ku nikarin werin bikaranîn.
Lehiyê li herêma Valonê ya Belçîkayê dabû. Hate diyarkirin ku 50 hezar wesayît û 10 hezar ton tiştên elektronîk êdî hatine asta ku nikarin werin bikaranîn.
Li gorî texmînên koma Comet a ku alav û amûrên elektrîk, elektronîk, wesayît û lastîkan vediguherîne, 50 hezar wesayît hatine asta ku êdî wê neyên bikaranîn. Li gorî texmînan 10 hezar ton tiştên elektronîk jî wê werin avêtin.
Li gorî texmînan lehiyê bandor li ser 300 hezar hezar kesan kiriye. Ev jî tê wateya ku li herêmê lehiyê her ji 12 kesan bandor li kesekî/ê kiriye. Ji ber lehiya zêde av bi qasî metreyekê bilind bûbû.
Hikumetê jî diyar kir ku ji bo avakirinê herî kêm 2 milyar eûro hewce ye. Ev pere wê ji Bankaya Navendî ya Ewropayê û baca Belçîkayiyan were stendin. Hate ragihandin wê reformeke bacê jî were pêkanîn.
Di lehiya hefteya borî de herî kêm 32 kes miribûn. 18 kes hê jî winda ne.