Li Belçîka û Elmanyayê herî kêm 93 kes mirin, bi sedan kes jî winda ne

Li Belçîka û Elmanyayê ji ber barana dijwar lehî rabû û herî kêm 93 kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî winda bûn.

Rojavayê Elmanyayê ji ber baranê di nava avê de ma. Xisareke mezin li herêmê bû. Rayedaran diyar kirin ku herî kêm 81 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Rayedaran diyar kirin ku tenê li eyaleta Rheînland Pfalzê agahî ji zêdeyî 1300 kesî nayê wergirtin. Li vê eyaletê herî kêm 50 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Rheînland Pfalzê Roger Lewentz diyar kir ku nêzî 60 kes hîn winda ne û got, "Eger heta niha agahî jê nayê girtin, hingî divê mirov fikarê ji rewşa herî xerab bike."

LI BELÇÎKAYÊ 12 KES MIRIN

Li Belçîkayê jî ji roja Pêncşemê ve baraneke dijwar li herêma Valonê bi taybetî jî li eyaleta Lîege dibare. Lehiya ku ji ber baranê rabû bû sedem ku herî kêm 12 kes jiyana xwe ji dest bidin. Gelek kes jî winda ne.

Hate ragihandin ku li Aywaîlle, Eûpen, Vervîers, Pepînster, Rendeûx, Phîlîppevîlle û Chaûdfontaîneyê mirovan jiyana xwe ji dest dane. Li Pepînsterê pirek û deh xanî hilweşiyan.

Baranê bandoreke giran li Luksembûrg û Hollandayê jî kir. Gelek taxên Maastrîchtê di nava avê de man û şêniyên taxan neçar man ji herêmê bêne derxistin.

LI FRANSAYÊ JÎ ALARM HATE DAYIN

Li Fransayê jî baraneke xurt dest pê kir. Li 11 bajarên bakur rojhilatê welêt alarma bi rengê pirtiqalî hate dayin.

ENCAMA GERMAHIYA GLOBAL

Ev bûyerên avhewayê yên awarte weke encameke germahiya global têne dîtin. Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Horst Seehofer got, "Ev kaprîsên meteorolojîk ên awarte encamên guhertina avhewayê ye." Seehofer destnîşan kir ku divê Elmanya xwe hîn bi xurtî amade bike.