Li Belçîka û Elmanya qetlîama li ser HDP’ê şermezar kirin-NÛ BÛ

Li paytexta Belçîka Brûksel û bajarên Aûrîch,Wûppertal û Dûîsboûrg ên Elmanyayê qetilkirina xebatkara rêxistina HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê Denîz Poyraz şermezar kirin.

Xwepêşandanên li dijî êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz li Ewropayê didome.

BRÛKSEL

Li paytexta Belçîka Brûkselê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk bi pêşengtiya Yekîtiya Hêzê ya Belçîka û Nav-Bel’ê êrîş û qetlîama li ser HDP’ê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Di çalakiyê de hate gotin ku wê dîktator bi piştevaniya gelan tine bibin, wê faşîzmê bi berxwedanê têk bibin.

AÛRÎCH

Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Şehîd Zelal li bajarê Aûrîch a Elmanyayê jî bi çalakiyekê qetilkirina Poyraz hate şermezarkirin. Kurdistaniyên li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aûrîchê kom bûn peyamên piştevanî û berxwedanê dan û gotin wê tim şopdarê doza Denîz Poyrazê bin.

WÛPPERTAL

Bi heman armancê li Wûppertalê jî li ser banga Meclîsa Jinan a Viyan çalakiyek hate kirin û êrîşa li ser HDP’ê hate protestokirin. Çalakî li pêşiya Wûppertal HBF’ê hate kirin. Di axaftinan de bangên yekîtiyê hate kirin.

DÛÎSBÛRG

Li ser banga Yekîtiya Hêza Demokratîk li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê bi sedan kesên hatin ber avahiya Dûîsbûrg Formê êrîşa li ser HDP’ê protesto kirin û Denîz Poyraz jî bibîr anî.

Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser hovîtiya rejîma AKP’ê û dîktator Erdogan û dîsa berxwedana civakî ya HDP’ê dixwazin asteng bikin.

Li çalakiyê peyamên KON-MED, ADGB jî hatin dayîn.

Çalakî piştî banga tevlîbûna meşa ku wê Şemiyê li Dusseldorfê saet 14:00’an li pêşiya DGB Haûsê bê lidarxistin û şûnde bi dawî bû.