BI DÎMEN

Li Barcelonayê piştgiriya bi Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bîranîna şehîdên Parîsê

Li Barcelonayê bi çalakiyekê komkujiyên li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hate şermezarkirin. Her wiha şehîdên komkujiya Parîsê hatin bîranîn.

Li paytexta Katalonya Barcelonayê dostên Kurd û hêzên demokrasiyê ji bo silavkirina berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û şermezarkirina komkujiyan peyameke piştevaniyê hate dayin.

Di peyamê de hate gotin, "Ji Barcelonayê em piştgiriyê didin berxwedana li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê."

ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA PARÎSÊ HATIN BÎRANÎN

Li çiyayê Colserola yê Barcelonayê jî Komîteya Jineolojiyê ya li Katalonyayê û La Makia ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiyek hate lidarxistin.

Bi dehan kes tevlî bîranînê bûn. Çalakger hilkişiyan çiyayê Collserolayê, pêşangehek ji wêneyên şehîdên Parîsê vekirin û li ser jiyan û têkoşîna cangoriyan axaftin kirin.

Çalakî bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.