Li Aûrichê zarok ji bo Efrînê meşiyan
Li bajarokê Aûrîch a bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê bi dehan zarok û gel ji bo piştgirîdayîna Efrînê meşiyan.
Li bajarokê Aûrîch a bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê bi dehan zarok û gel ji bo piştgirîdayîna Efrînê meşiyan.
Meş saet 14:30’an li nava bajêr dest pê kir û heta ber avahiya şaredariyê dom kir. Bi dehan zarok û gel beşdaarî meşê bûn û piştgirî dan gelê Efrînê.
Di meşê de gelek pankart û dovîz hatin hildan û bê navber dirûşmeyên piştgirîdayîna zarokên Rojava û Efrînê hate berzkirin.
Piştre Hevserokê NAV-DEM’ê Tahir Koçer axivî û got; “Pêwîst e gelê Kurd hemû piştgiriya Efrînê bike û wê Efrîn were rizgarkirin.”