Li Atînayê êrîşên dagirker hate protestokirin

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker li Atînayê hate protestokirin. Girseyê xwest ber bi sefaretxaneya Tirk ve bimeşe.

Êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker dibir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê hate protestokirin. Bi sedan kes li ser banga Navenda Çanda Kurdistanê li Qada Acedemîayê li hev kom bûn. Girseyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, KCK, HPG, YJA Starê dest bi meşê kir. 

Çalakgeran xwestin ber bi sefaretxaneya Tirk ve bimeşin lê polîsan pêşiya girtiyê girt û destûr neda ku girse nêzî sefaretxaneyê bibe.

Siyasetmedar Ahmet Kaya di çalakiyê de axivî û got “Em berxwedana gerîla û ya li zindanan silav dikin.” Kaya nerazîbûn nîşanî êrîşên artêşa Tirk û helwesta PDK’ê da.

Girseyê piştre bi sloganên ‘Bijî berxwedana gerîla’ çalakî bi dawî kir.