Kuştina Denîz Poyraz û êrişên dagirker li Ewropayê hate protestokirin

Kuştina Denîz Poyraz a HDP’yî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê li gelek bajarên Ewropayê hatin protestokirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê ji bo protestokirina êrişên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û kuştina Denîz Poyraz a HDP’yî meşek hate kirin. Meş li pêşiya HBF’ê hate destpêkirin.

Di meşê de sloganên ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Bijî berxwedana HPGê’ hate berzkirin.

Meş bi mîtînga li Gara Trênê ya Damtorê bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê jî êrişên dagirker ên ku dewleta Tirk dibe ser Başûrê Kurdistanê û kuştina Denîz Poyraz a HDP’yî hate protestokirin.

Di çalakiyê de Ozan Emekçî axivî û diyar kir ku tekane rêya berxwedana li hemberî faşîzmê, têkoşîna hevpar a bi hêzên demokrasiyê ye.

HILDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyaê jî kuştina Denîz Poyraz bi meşekê hate protestokirin. Meş li Ottoplatzê bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Di çalakiyê de belavokên bi Elmanî hate xwendin, alayên HDP’ê û wêneyên Denîz Poyraz hatin hildan.

RENNES

Li bajarê Rennesê yê Fransayê jî kuştina Denîz Poyraz a HDP’yî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin.

Di meşê de sloganên ‘Em hemû Denîz in’ hate berzkirin. Meş li Place du Colombîerê dest pê kir û heta Qada Şaredariyê domiya.

Di meşê de hate diyarkirin ku êrişên li ser Kurdistanê parçeyekî polîtîkaya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.