Kuştina Denîz Poyraz li Ewropayê hate protestokirin
Ji bo şermezarkirina kuştina Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hatibû kuştin, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin kirin.
Ji bo şermezarkirina kuştina Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hatibû kuştin, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin kirin.
KOPENHAG
Kurdên li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye, li dijî kuştina Denîz Poyraz daketin qadan.
Çalakî li Qada Nytorvê hate kirin. Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Sêvê û PKAN’ê hate kirin û hate diyarkirin Poyraz bi organîzekirina dewletê hatiye kuştin.
MELBOÛRNE
Li bajarê Melboûrneyê yê Evûstralyayê jî Kurd, Elewî û sosyalîsy li pêşiya Pirtûkxaneya Vîctorîayê hatin ba hev. Di çalakiyê de li ser navê NAV-KURD’ê Mahmût Kahraman axivî û got “Îro roja têkoşîna domdar e. Rêya rizgariya ji rejîma faşîst ev e.
Li ser navê gelê Tamîlê jî hate gotin ku dewleta Tirk bi metodên Srî Lankayê gelan qir dike.
KÎEL
Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê jî êrişên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin.
Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hate şermezarkirin û berxwedana zindanê hate silavkirin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlyayê jî endamên TCŞ’ê li Qada Canebîereyê hatin ba hev û ji bo Denîz Poyraz meşiyan. Di çalakiyê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin û berxwedana gerîlayan hate silavkirin.
Çalakî piştre li ada Vîeûr Portê bi mîtîngê domiya. Di mîtîngê de hate gotin, “Em bang li ciwanên Kurd dikin, divê her kes di vê têkoşîan rûmetê de li dora Rêber Apo bibin xeleq.”